Li Amed û Rihayê çalakiya ‘Zincîra mirovan’

Li Amed û Rihayê polîsan hewl da ku çalakiya ‘zincîra mirovan’ a HDP’ê ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya cîhanê lidar bixe.

AMED

Polîsan ên ku çalakiya ‘zincîra mirovan’ a HDP’ê ku ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê lidar bixe asteng kir, rê neda ku parlementer û gel bên ba hev.

Çalakiya ‘zincîra mirovan’ a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a dixwest ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanê ji Qada Şêx Seîd heta Deriyê Riha pêk bîne, bi hinceta tedbîrên ewlekariyê ya Walîtiya Amedê hate astengkirin.

Li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê ya Amedê parlementerên HDP’ê, rêveberên navçe û bajar ên HDP’ê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) yên bajar û navçeyan, nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Partiya Komunîst a Kurdistan, Partiya Sosyalîst a Hejaran û gelek kes hatin ba hev. Li aliyê din ji bo çalakiya ‘zincîra mirovan’ rêveberên HDP’ê yên ji Êlih, Xarpêt, Sêrt û Çewligê li gelek kes jî tevlî bûn.

Qada ku wê zincîra mirovan bihata çêkirin, polîsan bi bendan dorpêç kiribû. Polîsan anî ziman ku wê rê nedin çalakiyê, girse xistin nava dorpêçê û li sê nuqteyan sekinandin. Polîsan dest danî ser dowîzên balê dikişînin ser aştî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Polîsên ku bend danî navbera parlementerên HDP’ê û gel de, gel jî bê navber dirûşmên ‘Ji tecrîdê re na, aştî niha’ qîr kirin. Polîsan rê neda ku parlementer û gel bên ba hev.

Piştî hevdîtinên hatin kirin HDP’iyan li nuqteyek ya nêzî Deriyê Riha daxuyaniyek da.Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku ji bo aştiyê kom bûne, lê polîsan ew dorpêç kirine, nerazîbûn nîşanî waliyê Amedê da ku şewbê dike hincet. Guven vekirina Ayasopfa û mîtînga Erdogan a Gîresûnê bibîr xist û got: “Em baş dizanin ku hûn dixwazin dengê gel qût bikin. Em bi hêrs in û bi qasî wê jî biryardar in. Em ê aştiyê pêk bînin.

Piştî axaftina Guven gel ber bi Deriyê Rihayê meşiyan û çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Aştî niha bi dawî bû.

RIHA

Li ser astengkirina ‘zincîra aştiyê’ ya ku dihate xwestin ku li Rihayê pêk bê, meşek girseyî hate kirin.

Ji bo ‘zincîra aştiyê’ ya ku ji Parka Alî Şellî ya li navçeya Xelîlan a navenda Rihayê heta Navenda Kar a Ahmet Bahçivan dirêj bibe bê kirin, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlementerên HDP’ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Nusrettîn Maçîn, Omer Farûk Gergerlîoglû, koma qelebalix a li Çiyayê Dersimê li avaiya partiya ya bajar kom bûn. Girseya ku ji avahiya hatibû dorpêçkirin derketin, polîsan bi mertalan pêşî girtin. Li ser astengkirinê girse heta parka Alî Şellî bi çepik û dirûşman meşiyan.

Girseya gihiştin Parka Alî Şellî li vir daxuyaniyek da. Omer Ocalan ê nerazîbûn nîşanî dorpêça polîsan da got: “Li vir girseya heyî ya qelebalix daxwaza aştiyê dike. Polîs ên ku diviya bû pêşiya gendelî, diz û nelirêtiyê bigire, li vir êrîşî yên daxwaza aştiyê dike, dikin. Bi hezaran polîs bi mertalan me dorpêç kirine. Biçin yên diziya vî welatî dikin destgîr bikin, wan dorpêç bikin. Aştiyê dorpêç nekin.”

Dema ku Ocalan daxivî polîsan mudaxele kir, girseyê jî dirûşma ‘Mil bi mil em ê li ber xwe bidin’ qîr kirin.

Li ser nerazîbûnên gel polîsan dawî li êrîşê anî. Piştre jî Parlementerê HDP’ê yê Kocaelîiyê Omer Farûk Gergelîoglû axivî û got: “Em hatine vir banga aştiyê dikin, lê li vir hêzê polîsan ên êrîşî daxwaza aştiyê dikin hene.”

Hevseroka DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî û diyar kir ku bi salan e aştiyê diparêzin, nerazîbûn nîşanî polîsan da û got: “Çi dibe bila bibe em gav ji aştiyê paş ve navêjin. Heta aştî, wekhevî û azadî neyê vî welatî em ê dev ji têkoşînê bernedin. Em bi milyonanin ku li dijî şar aştiyê diparêzin. Li dijî yên şer disepînin em ê aştiyê pêk bînin.”

Tevî êrîşên polîsan jî piştî daxuyaniyê girse heta Bulvara Ataturk meşiyan. Di dema meşê de ku girseyê dirûşim qîr dikirin û esnafan jî piştevanî dikirin, dîsa êrîş kirin. Di encama êrîşê de Hevseroka HDP’ê ya bajar Emîne Çetîner ji ser hişê xwe çû. Çetîner bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

Piştî êrîşê gel derbasî Qada Topçû bûn. ji vir jî bi dirûşm û çepikan nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan da û çûn ber avahiya partiyê û li vir dawî li meşa xwe anî.

Di encama êrîşê de endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Îzzet Karadag, rêveberê bajar Ahemt Îstek, Hevseroka Hîlwanê Nergiz Çîgdem Karageçîlî û Hevserokê Xelfetiyê Muslum Arslan hatin destgîrkirin û birin Midûryeta Emniyetê.

Her wiha di dema êrîşê de ciwanê ku navê wî nehate zanîn ku polîsan bê bêtêlê li pozê wî xist û di nava xwînê de ma rakriin nexweşxaneyê.