Li Amed û bajarên hatin rûxandin gel li ser sindoqan e

Li Amedê û bajarên ku ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatin rûxandin, hilbijêran berê xwe dan cihê dengdanê.

Li navenda Amedê, hilbijêr ji danê sibehê ve li ber dibistanên deng lê bên dayin civiya. Li taxa Peyasê ya navçeya Peyasê, heyeta Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) li Dibistana Seretayî ya Akkoyûnlûyê pisûlayên dengan ên bê mohr girt. Heyetê li ser mijarê rapro amade kir. Her wiha polîs li nava dibistanê bi cih bû.

Wekî din li Dibistana Seretayî ya Yûnûs Emre ya navçeya Baglarê jî destûr nehat dayin ku ji bilî wezîfedarên AKP'yî ti wezîfedar bikevin hundir. Di encama hewldana Komîsyona Hiqûqê ya hDP'ê de wezîfedaran cihê xwe girtin.

LI BAJARÊN HATIN RÛXANDIN, KELECANA HILBIJARTINÊ

Yek ji cihên ku rejîma AKP'ê salên 2015-2016'an sûcên giran ên şer lê kir, Şirnex û navçeyên wê ne. Li Şirnex û navçeyên wê gel danê sibehê berê xwe da navendên dengdanê. Li navenda Şirnexê, navçeyên Cizîr, Silopiya û Hezexê bi hezaran xanî hatibûn hilweşandin, bi sedan kes hatibûn kuştin.

Li naçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî ku 61 hezar hilbijêrên xwe hene, dengdêr danê sibehê li ber dibistanan li hev civiyan.