Li Amed û Êlihê li aqûbeta nebediyan pirsîn

Li Amed û Êlihê ji bo li aqûbeta Cuneyt Aydinlar, Metîn Can û Hasan, ku ji hêla hêzên dewletê ve hatibûne nebedîkirin, bipirsin hatin cem hev.

Mirhovên nebediyan û rêveberên Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di heftiya 577'an de li ber avahiya komeleyê hatin cem hev. Endamê Komîsyona Nebediyan a ÎHD'ê Hasan Yalçin got sedema ku dosyayên nebediyan birin bajarên Tirkan ew e ku desteka raya giştî bibirin.

Xaltiya Cuney Aydinlar Nuray Barçin çîroka Aydinlar xwend. Aydinlar 20'ê Sibata 1994'an dema ku li Zanîngeha Stenbolê pola sêyan dixwend ji hêla tîmên şûbeya TEM'ê ve hatibû destgîrkirin û careke dî agahî jê nehate standin.

ÊLIH

Li Êlihê mirhovên nebediyan cara 483'an bi pêşengiya Şûbeya ÎHD'ê hatin cem hev û li aqûbeta nebediyan pirsîn.

Rêveberê ÎHD'ê li aqûbeta Dr. Hasan Kaya û Serokê ÎHD'ê Parêzer Metîn Can pirsî, ku Kaya û Can 21'ê Sibata 1993'an ji hêla endamên JÎTEM'ê ve li Xarpêtê hatibûne revandin û cenazeyê wan piştî heftiyekê hatibûn dîtin. Dr. Kaya endamê ÎHD'ê bû.