Li Amed û Êlihê lêgerîna edaletê: Tirkiye bûye welatekî sûcan

Xizmên Windayan û ÎHD, lêgerîna xwe ya edaletê ya li Amed û Êlihê didomînin. Di çalakiyê de aqûbeta Nazim Gulmez û Şahîn Însel hatin pirsîn.

Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi armanca “Windahî bên dîtin û berpirs bên darizandin” 506’emîn çalakiya rûniştênê ya vê heftê pêk anîn. Çalakî li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên windakarî hatin vekirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, endam û rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê, rêveber û endamên Şaxa SES’ê û malbatên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Serokê ŞAxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Kes nikare têkoşîna dayikan li cih û mekanan sînordar bike. Li hemû qadan têkoşîna xwe bi rêve birin. Tim rastî êrîş, êşkence û zilmê hatin. Hin caran xizmên xwe winda kirin û hin caran jî, hatin cezakirin. Lê ligel vê yekê jî li Qada Galatasar, Koluyolê, Cizîrê, Geverê, Wanê, Êlihê û li hemû qadan têkoşîna xwe berdewam kirin.”

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî, diyar kir ku desthilatdariya siyasî dixwaze parêzvanên mafên mirovan hespî avahiyan bike û wiha axivî: “Lê em ê tu carî dest ji lêgerîna xwe ya maf û edaletê bernedin. Rojnameger Cemal Kaşikçi, li Balyozxaneya Erebîstana Siûdî ya li Stenbolê hat kuştin. Gelo çima li Tirkiyeyê hat kuştin? Bêguman dema em li wêneyên windayan mêze dikin, wê demê baş tê zanîn ka çima Tirkiye hilbijartin. Ger li vî welatî bêceza bûn ji holê rabûya, kesên hatibûn windakirin bihatan dîtin û berpirsên wan hatibana cezakirin, kuştina Kaşikçi li Tirkiyeyê çênedibû. Ji bo hemû kesan edalet pêwîste. Heya ku winda bên dîtin, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

NAZIM GULMEZ LI KÛ DERÊYE

Endamê Komîsyona Windayan a ŞAxa ÎHD’ê Hasan Yalçin, çîroka Nazim Gulmez ê di sala 1994’an de li gundê Taşitli yê navçeya Xozata Dersimê ji aliyê leşkeran ev hat windakirin vegot û wiha axivî: “Bavê 9 zarokan Nazim Gulmez ê 61 salî di 15’ê Cotmeha 1994’an de li gundê Taşitli yê navçeya Xozata Dersimê ji aliyê leşkeran hat destgîrkirin. Leşkaran bi darê zorê Gulmez bi xwe re birin û carek din agahî jê nehat girtin. Piştî hemû rêyên hiqûqa hûndirîn bi dawî bûn, malbata Gulmez bi navbeynkariya parêzeran di 26’ê Gulana 2016’an de serî li DMME dan. DMME bi hincetên cuda serlêdan red kir.”

Xizmên Windakiriyan piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê li ser xistin.

ÊLIH

Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 412’emîn de li avahiya ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan, parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP), Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Berîvan Helen Işik û rêveberên KCD’ê beşdarî çalakiyê bûn. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Êlihê Fahrettîn Asutay di çalakiyê de axivî û wiha bilêv kir: “Ji bo ku kesek din winda nebe, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Asutay, piştre aqûbeta Şehmûz Însel ê di sala 1999’an de hat windakirin pirsî û wiha bilêv kir: “Şehmûz Însel ji 25’ê Îlona 1999’an ve agahî jê nayê girtin û serwindaye. Em dixwazin aqûbeta wî bê dîtin û bersûc bên ceza kirin.”

Piştî axaftina Asutay 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.