Li Amed, Şirnex û Colemêrgê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Amed, Şirnex û Colemêrgê derbên giran li 'hêzên dagirker' hatine xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Amed, Şirnex û Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

OPERASYONÊN BÊ ENCAM ÊN LI AMEDÊ

"Artêşa TC a dagirker, ji 19'ê Mijdarê heta 24'ê Kanûna 2017'an bi 8 hezar leşkerên xwe, tevî 4 helîkopterên bi tîpa Kobra, 20 helîkopterên bi tîpa Skorsky û gelek maşînên zirxî li navçeyên Licê, Hezro, Farqîn, Pasûr û Karazê yên Amedê operasyonên dagirkeriyê kir. Detayên van operasyonên dagirkeriyê ku bê encam qediyan, wiha ne:

Ji 19'ê Mijdarê heta 24'ê Mijdarê li herêma Akdagê, li 26'ê Mijdarê heta 2'ê Kanûnê li qada Ş. Kendal, ji 29'ê Mijdarê heta 1'ê Kanûnê li derdora gundên Kelkom, Zingir, Arsek û Xaçek ên li qada Ş. Brûsk, ji 14 heta 17'ê Kanûnê li herêma Apê Mûsa û ji 24 heta 27'ê Kanûnê li qadên Ş. Serxwebûn û Ş. Ferhat operasyon hatin kirin.

LI AMEDÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ POLÎSAN

30'ê Mijdarê saet 23:40'î li navçeya Baglar a Amedê, hêzên me li dijî polîsên li ber nîzamiya Qereqola Polîsan a Baglarê çalakiyek pêk anîn. Ji nêz ve li hêzên dijmin hate xistin û 3 polîs birîndar bûn. Tîma me ya çalakger bi saxlemî vegeriya baregehên xwe.

LI ŞIRNEXÊ ÇEPERÊN LEŞKERAN HATIN RÛXANDIN

1'ê Çileyê saet 16:30'î li navçeya Qilaban a Şirnexê hêzên me li dijî Qereqola Girê Sînekê çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li stargeh û çeperên dijmin hate xistin û di encamê de çeperek hate rûxandin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin derdorê.

4 LEŞKER LI ÇELÊ HATIN KUŞTIN

2'ê Çileyê saet 09:30'î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Xeregol ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de ku derbên xurt li çeperên dijmin hate xistin, 4 leşker hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê."