Li Agiriyê operasyon û şer

Sewqiyata artêşa Tirk ya ji bo herêma Tendurkê didome. Diyar bû ku vê sibê li Zêdikan şer çêbûye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, vê sibê li navçeya Zêdikan a Agiriyê di navbera gerîlayan û leşkerên artêşa Tirk de, yên ku derketine operasyonê  şer derketiye. Hate ragihandin ku ambûlansên ku çûne herêma şer  mirî û birindar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê.

Li aliyê din duh artêşa Tirk  herêma Çiyayê Tendurekê bombe kirîbû û îro jî yekîneyên leşkerî şandine herêmê. Wesayîtên ku leşker û cerdevanan radike ji navçeya Giyadinê derbas bûne û çûne herêma gundên Kurtika, Taşkesen, Rahmankûlû û Tûtek ku operasyon didome. Li gundên nav borî sewqiyatekî giran a leşkerî tê kirin. Çavkaniyên herêmî agahiya ku  operasyoneke mezin li Çiyayê Tendûrek û derdora wê tê kirin, parvekirin.