Li Agiriyê li hêzên dagirker hate xistin

Gerîlayên HPG'ê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê çalakiyek lidarxistin. Hate diyarkirin ku herî kêm leşkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê têkildarî çalakiya li Bazîdê îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Di 26’ê Sibat saet di 20:45’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Serfiraziyê hêzên me li dijî qererola Alîbeg ya navçeya Bazîd a Agiriyê ku artêşa Tirk bi cih bûbû, çalakiyek lidarxist. Hêzên me bi awayekî serketî li çeper û kûleya qereqolê xist û bi qasî hatî tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin."