Li Agiriyê 7 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, li navçeya Bazîd a Agiriyê 7 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Agirî û Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

LI AGIRIYÊ 7 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

"Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de, hêzên me yên gerîla roja 4'ê Kanûnê saet di 15:30 de li nêzî qereqola Tujikê ya navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî arteşa TC a dagirker ku parastina dîwarê li ser sînor tê lêkirin dikir, çalakiyek kirin. Çalakî li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa panzerê û leşkerên ji wesayitê peya bûn hate kirin. Bi derbên xurt 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Leşkerên din ên li herêma çalakiyê man, li panzeran siwar bûn û ji herêmê reviyan. Demeke dirêj piştî çalakiyê saet di 19:00 de artêşa TC a dagirker bi wesayitên zirxî leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir.

ÇALAKIYÊN LI COLEMÊRGÊ

3'ê Kanûnê saet di 08:30 de, hêzên me li çeperên dijmin ên li ser girê Şehîd Rojerya xistin ku li nêzî girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê ye. Hejmara leşkerên di vê çalakiya bi bandor de hatin kuştin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.

4'ê Kanûnê saet di 09:30 de, li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê, hêzên me çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de derb li çeperên dijmin ketin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin."