Li Agirî û Dersimê çalakiyên gerîla
HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li Agirî û Dersimê daxuyanî da. HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn par ve kir.
HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li Agirî û Dersimê daxuyanî da. HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn par ve kir.
Agahiyên ku ji hêla Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ve hatine parvekirin wiha ne:
Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger ya Serfiraziyê ya li Eyaleta Serhedê 17’ê Nîsanê saet 14.00’an li Bazida Agirî li dijî nîzamiyeya qereqola Serêkaniyê çalakieyek hatiye kirin, di vê çalakiyê de hijmara kuştî û birîndarên leşkerên dijmin baş zelal nebû.’’
Li Dersimê bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Ozan û Şehîd Roza hêzên me 19’ê Nîsanê dest li ser 4 qemyona daniye ku malzemeyên înşeatê ji qereqolê re dibirin, ya li Şehîd Dijwar û qemyon hatine şewitandin. Piştî çalakiyê hêzên me ajokar hişyar kirine da ku careke dî heman karî nekin.
7’ê Nîsanê di daxuyaniya xwe de me gtibû artêşa TC’ê ya dagirker 31’ê Adarê li Dersimê li herêma Rojdereyê operasyon daye destpêkirin û li dijî vê operasyona dagirker çalakî hatine kirin û di şerê dijî artêşa dagirker de 3 hevalên me şehîd bûne.
Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên ku bi lehengî şer kirin û şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Delîla Çewlîk |
Delîla – Zeynep Mîran
Nasnav: Hamza Karaz |
Hamza – Hasan Baylan
Nasnav: Rozerîn Hebûn |
Rozerîn – Rozerîn Ozer