HPG: Li Barzanê 11 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê eşkere kir ku li herêma Barzanê 11 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser herêma Barzanê ya Başûr û li ser çalakiyên gerîla yên dijî artêşa Tirk daxuyanî da.

Daxuyaniya HPG’ê ya derbarê êrîşên dagirker û encamên çalakiyên gerîla wiha ye:

‘’19’ê Nîsanê saeta 06.30’î hêzên me li herêma Barzanê ya Bşaûrê Kurdistanê li nêzî Tepê Xwedê, girê Koordîne li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyeke li dar xistine. Di vê çalakiyê de derbên serkeftî li mewziyên dijmin û stareyên wan ketine û berbiçav 7 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Heman rojê  saet 06.40’î hêzên me yên YJA Starê li herêma Barzanê, li girê Bayrakê li dijî hêzên dijmin çalakiyek kirine, ku derbên serkeftî li dijmin ketine û 4 leşkerên dijmin hatine kuştin."