Li Agirî û Şirnexê çalakiyên li dijî hêzên dagirker

Gerîlayên HPG'ê li Agirî û Şirnexê li dijî qereqolan çalakî pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li er çalakiyên gerîla yên rojên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"24'ê Kanûnê saet 21:00, hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de, li dijî qereqola Tepê Ayibegê ku di navbera qada Glîdag a navçeya Bazîd a Agirî û sînorê Rojhilatê Kurdistanê de ye, çalakiyek pêk anîn. Hêzên me ji cihekî nêz ve li kûleyeke qereqolê dan. Di encama van derban de kûle bi temamî rûxiya, lê hejmara leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehat tespîtkirin.

23'ê Kanûnê saet 14:00, hêzên me li dijî qereqola Girê Yekmalê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeper û stargehên dijmin ên li qereqolê hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin derdorê."