Li Şirnexê derbên giran li tîmên taybet hate xistin
Li Şirnexê di şerê navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de qewimî, herî kêm polîsekî tîma taybet hate kuştin, 2 jî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên Tirk, li herêma Katoyê ya li navçeya Elkê ya Şirnexê ye ji 18'ê Nîsanê ve heta niha operasyonên leşkerî didomin. Li gel leşker û cerdevanan, polîsên taybet jî tevlî operasyonê bûne. Di dema operasyonê de şer qewimiye û hat diyarkirin ku di şer de li gorî agahiyên destpêkê polîsekî tîma taybet hatiye kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.
Polîsên birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya navçeyê.
Hat ragihandin ku liv û tevgera li herêmê didome.