Li Şirnexê çalakiya li dijî leşkerên derketine operasyonê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li herêma Besta ya Şirnexê li dijî leşkerên derketibûn operasyonê hin çalakî li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir:

“Di 4’ê Mijdarê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li herêma Bestayê ya Şirnexê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me jî di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de li dijî operasyona dijmin hin çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de;

Di 6’ê Mijdarê de saet di 14.00’an de hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Sevo çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin.

Di 8’ê Mijdarê de hêzên me li Geliyê Qurta Xanê li helîkopterekê dane ya ku dixwest leşkeran bera nav qadê bide. Vê helîkopterê derbe xwariye û ji qadê vekişiyaye.

Di 12’ê Mijdarê de saet di 11.00’an de hêzên me li Girê Sevo li kozikên dijmin û konên wan dane. Di vê çalakiyê de konek îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 8 leşker jî hatiye kuştin.

Ev operasyon a ku bomberdûman lê tê kirin û şerekî giran çêdibe bi piştgiriya yekîneyên veşartî didome. Agahiyên têkildarî operasyonê wê piştre werin ragihandin.

ARTÊŞA TIRK LI ŞIRNEXÊ OPERASYON DA DESTPÊKIRIN

Di 13’ê Mijdarê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qadên Deriyê Qacê, Deriyê Heliz û Deriyê Beqa ya Kato Jîrka ya Şirnexê bi balefirên şer û helîkopteran operasyonek daye destpêkirin. Di 16’ê Mijdarê de balefirên şer qada Tehterêş bomberdûman kiriye. Qereqolên li herêmê jî bi hawan û obusan li qadê dane û ev operasyon di 17’ê Mijdarê de bêyî ku encamê werbigire bi paş ve hatiye kişandin.