Li Şirnex û Sêrtê çalakiyên gerîlayên HPG’ê
HPG’ê ragihand ku li Şirnexê di çalakiya gerîlayan de derbe li helîkoptera skorsky hatiye xistin û li Sêrtê jî leşkerek hatiye kuştin.
HPG’ê ragihand ku li Şirnexê di çalakiya gerîlayan de derbe li helîkoptera skorsky hatiye xistin û li Sêrtê jî leşkerek hatiye kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê îro têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li Şirnex û Sêrtê daxuyanî da.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;
ŞIRNEX
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me roja 21’ê Hezîranê saet 14:30’an de li dijî helîkoptera tîpa skorsky ku li herêma Findikê ya çiyayê Gabar a Şirnexê digeriya, çalakiyek li dar xist. Bi serketî li helîkopterê hate xistin, helîkopter derb xwar û neçar ma ji herêmê vekişe.
SÊRT
Roja 22’ê Hezîranê saet 06:00’an de hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker ku li herêma di navbera qereqola Erbo û Varkaniş ya navçeya Hawêl a Sêrtê bi cih bibin, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeperên dijmin hate xistin û bi qasî hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin.
ÊRîŞÊN HEWAYÎ
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker roja 22’ê Hezîranê bombe li herêma Ergenê ya herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.”