Li Şirnex û Antalyayê qirkirina siyasî

Li Şirnex û Antalyayê 23 kes hatin binçavkirin

Rejîma AKP’ê di çarçoveya qirkirina siyasî de mirovan binçav dike.

ŞIRNEX

Li navçeyên Şirnexê Hezex û Elkê leşker û polîsên Tirk di destê sibehê de girtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de muxtarê gundê Germavê Fahrî Abî, Mûgdat Ataman, Alî Abî, Remzî Aykût, Ersîn Dûrmûş, Hecer Adiyaman, Cemal Adiyaman, Îdrîs Adiyaman û kesekî ku navê wî nehate zanin, hatin binçavkirin. 9 kesên ku bi sûcên “alîkariya rêxistinê kirine” û “endamê rêxistinê ne” birin Gerînendetiya Emniyetê ya Navçeyê û qereqolên gundan.

Li Hezexê jî 9 kesên ku navên wan nehatin zanîn, hatin binçavkirin. 9 kes birin Gerînendetiya Emniyetê ya Hezexê.

Ji xeynî wê jî Elîf, Adem û Hulya Yagarcik ên ku li Cizîrê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li Gerînendetiya Emniyetê ya Navçeyê serbest hatin berdan.

ANTALYA

Li Antalyayê jî di çarçoveya operasyona 6’ê Hezîranê de 4 kes hatibûn binçavkirin. Îro jî di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin. Kesên ku li Gerînendetiya Emniyetê ya Bajêr in dema wan a binçavkirinê 7 rojan hate dirêjkirin.

Ev kes hatine binçavkirin: Cevdet Caglar, Haci Tekmenûray, Osman Kesercî, Cûmalî Faîk, Îbrahîm Habeş, Îskender Dalgiç, Naîf Yaşa, Gulnaz Çîçek û kesekî bi navê Nêçîrvan ê ku paşnavê wî nehate zanîn.