Li Şirnex û Agiriyê operasyonên qirkirina siyasî

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Şirnex û Agiriyê 8 kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP/MHP’ê li dijî vîna gelê Kurd didomin.

Leşkeran li Bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê bi ser gelek malên endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) de girtin. Leşkeran di serdegirtina malên rêveberên DBP'ê de Hevserokê DBP'a Sêgirkê Gurgin Oran, Rêveberê DBP'ê Cemil Gun û Osman Gun û welatî Ahmet Gun binçav kirin.

Hat diyarkirin ku 4 kes di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Şirnexê de hatin binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.

AGIRÎ

Di operasyonên li navenda Agiriyê de jî 4 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parêzer Olcay Ozturk, Rêvenerê Komeleya Mafê Mirovan Parêzer Vûral Kaya, Alîkarê Hevşaredarê berê yê AgiriYê û endamê MP a HDP’ê Halef Keklîk hate binçavkirin.

her wiha Parlamenterê HDP'ê yê Agirî yê berê Mehmet Emin Îlhan jî di saetên serê sibê de li Wanê hate binçavkirin.