Li Şengalê şehîdên Xanesorê hatin bibîranîn

Li Şengalê şehîdên Xanesorê ji aliyê bi sedan kesan hatin bibîranîn

Hêzên çekdar ên girêdayî PDK’ê di 3’ê Adara 2017’an de li dijî Xanesorê êrîş pêk anîbûn. Li Şengalê ji bo kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn, bibîranîn hate lidarxistin.

Di merasîma bibîranînê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin hildan. Ji xeynî sazî û dezgeh û partiyên li Şengalê bi sedan kes beşdar bûn.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Bişar, li ser navê Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê Rîhan Hiço, li ser navê PADÊ Mûrad Xalta, li ser navê TAJÊ  Kinê Xwedêda û li ser navê YJŞ’ê Viyan Hebabî axivîn.

‘ÎXANETKAR NEGIHIŞTIN ARMANCA XWE’

Di axaftinan de hate diyarkirin ku îxanetkar negihiştine armanca xwe û ew ê têkoşîna li hemberî îxanetkar û xwefiroşan geştir bikin.

‘Pêşmergeyên Roj’ ên girêdayî PDK’ê di 3’ê Adara 2017’an de êrîşî Xanesorê kiribûn. Di van êrîşan de 7 şervanên YBŞ’ê, 2 gerîlayên HPG’ê, endama TAJÊ Nazê Naîf û rojnameger Nûjiyan Erhan hatibûn qetilkirin.