Li dijî hewldanên destwerdanê yên PDK'ê xelkê Şengalê li ser piyan e

Hewldana hêzên çekdar ên PDK'ê ya ji bo destwerdana li Şengalê, bû sedem ku rewşeke awarte rû bide. Xelkê Şengalê ber bi nuqteyên Asayîşê û Meclîsên Gel ve diherike.

PDK'ê bi hinceta hilbijartinên Iraqê hewl da ku 2'ê Cotmehê hêzên xwe yên çekdar bixe nava Şengalê.

Tê gotin, PDK bi vê hincetê dixwaze peymana 9'ê Cotmeha 2020'î ya navbera Bexda û Hewlêrê li ser Şengalê hate amadekirin bixe meriyetê.

Rayedarên Şengalê diyar dikin ku PDK dixwaze derbasî nava bajêr bibe û baregeha leşkerî lê ava bike.

Rêveberiya Xweser ragihand, PDK'ê li herêmeke nêzî Şengalê hêzeke mezin a leşkerî civandiye û amadekariyê dike ku bikeve nava bajêr.

Li gorî agahî û dîmenên ji Şengalê hatin parvekirin, li bajêr rewşeke awarte heye.

Rêveberiya Xweser û Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJE) şeva 3'ê Cotmehê bang li gel kirin ku pîlanên PDK'ê têk bibin.

Li ser vê yekê, xelkê Şengalê sibeha 4'ê Cotmehê ber bi meclîsên gel û nuqteyên asayîşê ve herikî.

Li ketin û derketina bajêr liv û tevgereke zêde heye. Gel li ber nuqteyên kontrolê hişyar e.

Ji Şengaliyên li Sinûnê civiyan Elî Hamed anî ziman ku heta PDK dest ji armancên xwe yên li ser Şengalê berde wê çalakiyan bikin û got, "Bi şev û roj em ê li ber wan rabin." Hamed got, "Em ê xiyayeta li gelê xwe qebûl nekin."

Ji Xanesorê Saar jî got, "Kengî tên bila bên, kîjan saetê tên bila bên em ciwan û gel em ê pêşî li wan bigirin û nehêlin ku xayin bikevin nava Şengalê."

Jineke ciwan jî destnîşan kir ku Şengalê xwe li gorî fikrê azad bi rêxistin kiriye û got, "Kes nikare me biqedîne."