Li Şengalê liv û tevgera balafirên keşfê

Li ser Şengalê liv û tevgera balafirên keşfê zêde bûne.

Li Şengalê ji doh ve liv û tevgereke zêde ya balafirên keşfê heye. Balafirên keşfê yên bêmirov ku tê texmînkirin ên dewleta Tirk a dagirker e, di van kêliyan de jî li ser herêmê digerin.

Herî dawî di 9'ê Mijdarê de li gundê Barê yê navçeya Xanesorê ya Şengalê, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek bombardûman kiribû. Di êrişê de sivîlekî û şervanekî Şengalê şehîd bûbûn, 2 kes jî birîndar bûbûn.

Balkêş e ku piştî li hevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê, ku ji aliyê Şengaliyan ve nayê qebûlkirin, liv û tevgera balafirên şer û kefşê yên li ser Şengalê zêde bûne.