Li Şengalê li dijî dagirkeriyê kampanya îmzeyan

Li Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Iraqê û Şengalê kampayan îmzeyan ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hate destpê kirin.

Li Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Iraqê û Şengalê kampayan îmzeyan ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hate destpê kirin.

Tê xwestin ku li Şengalê û gundên wê di nava 15 rojan 50 hezar îmze bên komkirin.

Wê piştre îmzeyên hatine komkirin pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî(NY) û hikûmeta Iraqê were kirin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Gel a Sînûnê Xwedîda Eliyas ji Rojnews'ê re axivî û bang li tevaya gelê Êzidî kir ku beşdarî kampanyayê bibin û di dagirkeriyê re bêjin na û got;"Dewleta Tirk bi sedan salane li dijî hebûna civaka me ye. Ji ber  wê jî ev kampanya ji bo berjewendiya tevaya civaka me ye. Ji ber wê jî erka her Êzidiyekê de dest bi komkirina îmzeyan bike."