Li Şengalê di encama teqîna mayînekê de kesekê jiyana xwe ji dest da

Di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞ’ê ya ji berê ve li Komelgeha Tilbenatê ya girêdayî Şengalê çandibû de, ciwanekê jiyana xwe ji dest da.

Li Komelgeha Tilbenat a girêdayê Şengalê mayîneke çeteyên DAIŞ‘ê ya ji berê ve bi cih kiribû teqîya. Di encama teqînê de ciwanê bi navê Namet Hecî (25) salî jiyana xwe ji dest da.

Mayîna ku çeteyên DAIŞ’ê berê li maleke li Komelgeha Tilbebat a girêdayî Şengalê bi cih kiribûn, îro bi welatiyekê ji gundê Zorava yê bi navê Namet Hecî yê 25 salî ve teqiya. Di encama teqînê de Namet Hecî jiyana xwe ji dest da.