Li Şengalê 3 şehîd hatin bîranîn

Fermandarê YBŞ’ê Berxwedan Tolhildan, Azad Êzdîn û Enwer Tolhildan li Şengalê hatin bîranîn.

Fermandarê YBŞ’ê Berxwedan Tolhildan (Ednan Silêman) ku di Çileya 2015’an de li Şengalê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûbû, her wiha fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan ku di 21’ê Çileya 2022’an de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Geliyê Şilo şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîma bîranînê li Şehîdgeha Şehîd berxwedan û Şehîd Dilgeş a li çiyayê Şengalê pêk hat.

Di merasîmê de bi sedan xelkê Şengalê amadebûn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Piştre ji aliyê dayîkên şehîdan ve mûm hatin pêxistin û axaftin hatin kirin.

Di serî de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Pakîza Celal axivî û diyar kir ku hersê hevalên wan ku ji dema fermana 3’ê Tebaxê ve di nava têkoşînê de bûn, ji bo civaka xwe gelek ked dane û got: “Ji bo ciwanên me karibin xwe biparêzin pêşengî kirin. Dema kesek li ber ola xwe de canê xwe bide em jêre dbêjin serê xwe li rêya ola xwe dane, divê civaka me hemû jî bi vî şêwazî nêz bibe. Kesên ji bo civaka xwe pêşengî kirine wê tu carî neyên jibîrkirin û navê wan wê bi serbilindî di dîroka Êzdîtiyê de bê nivîsandin. Kesên li mala xwe rûniştî ne, ji bo civaka xwe kar nakin, dijmin jî wan nake hedef. Her kesekî pêşengiyê ji gelê xwe re bike ew tê hedefgitin, divê em bi şehadeta zarokên xwe serbilind bin.”

Li ser navê Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê jî Tehsîn Hebabî axivî û got: “Di şexsê hersê hevalên me de, em tevahiya şehîdan bi bîr tînin û sersaxiyê ji tevahiya malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin. Hevalên me ku di encama şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûne, wan serê xwe li rêya ola xwe dane û wan hiştiye ku em karibin li ser vê axê bijîn. Her wiha êrîşên li ser kesên pêşengiyê ji gelê xwe re dikin tên kirin, mixabin bi hevkariya kesên xiyanetkar e. Em wek YBŞ û YJŞ’ê soza tohilhildana şehîdan didin. Kesên bûna hevkar ji dijmin re, wê hesabê karên xwe bidin, em ê dest ji wan kes bernedin heye dernekevin holê.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Rîhan Hesen û ji serokeşîrên Şengalê Berkat Feqîr jî axivîn û dan diyarkirin ku kesên canê xwe ji bo axa xwe de dane watedar in û di nava civaka xwe de timî zindî ne.

Piştî axaftinan li ser jiyana Şehîd Azad Êzdîn, Enwer Tolhildan û Berxwedan Tolhildan sînevizyonek hate pêşandan.