Li Şengal di bin dorpêçê de cejna Çarşema Sor tê pîrozkirin

Çarşema Sor cejna pîroz ya Êzidiyan di bin êriş û dorpêça artêşa Iraqê de tê pîrozkirin. Şengaliyan destpêkê çûn goristanên şehîdan.

Li Şengalê ku di bin dorpêç û êrişên Artêşa Iraqê de ye cejna pîroz a êzidiyan Çarsema Sor hat pîrozkirin. Weke her sal îsal jî malbatên şengalî bi pêşengiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê serdana goristanên "Şehit Berxwedan" û "Şehit Dilgeş" kirin. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, di çarçoveya merasîmên olî de tiştên ku bi xwe re anîbûn danîn ser goran û Çarşema Sor a hemû êzidiyan pîroz kirin. Piştî merasîmên olî malbatên ku ji derveyî Şengalê hatibûn û mêvan axaftinên kurt kirin.

Endamê Komeleya Êzidiyên Ewropayê Cercûr Cemîl, aixivî û bal kişand ser gef, êrîş û zextên li ser Şengalê û civaka êzidî û wiha axivî: “Eger îro em dikarin li vir biaxivin û ji bo em karibin rojên xweş biafirînin bi saya van şehîdên me ye. Dijmin bi sedan sala em parçe kiribûn lê bi saya van şehîdan em car din bûn yek. Şengal azad e, Şengal xweser e. Lazime xelkê me, gav bi gav werin ser axa xwe em tu carî xwe ji welatê xwe qût nekin."

 Cemîl, bang li civaka êzidî kir ku yekitiya xwe xurt bikin û tifaqa xwe ava bikin.

Hevseroka Desteya Rêvebiriya Xweser a Şengalê Riham Hesen jî di axaftina xwe de behsa mîrasa şehîdan kir û wiha got: “Her şehidekî ku niha li vir e, gotinên wan tu carî ji bîra me naçin. Hevalê Dijwar her digot, 'Doza me mezin e, em dest ji doza xwe bernadin û eger ev têrî nekir em ê zarokên xwe jî di ser de bidin'. H.Zerdeşt jî digot, 'Êzidî natirsin'. Ev gotin ji ber xwe nehatine gotin. Bîranîna van şehîdan ji nû ve sozdayîna me ya vê dozê ye.”

 Herî dawî jî dayika Hevserokê Desteya Rêvebiriya Xweser a Şengalê Merwan Bedel ku di êrîşeke hewayî ya Tirkiyeyê de şehîd bûbû axivî û diyar kir ew li pey doza hemû şehîdên Şengalê ne.