Li Şemzînanê şer qewimî: Gelek leşker mirin

Li Şemzînanê di navbera hêzen gerîla û artêşa Tirk de şer derket. Li gorî çavkaniyên Tirk, 2 leşker di vî şerî de mirin. Her wiha hat îdîakirin ku leşkerek jî ji ber qezayê miriye. HPG'ê hê li ser mijarê daxuyanî nedaye.

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, hêzên artêşa Tirk ên li herêma sînor a Kanîreşê dest bi operasyonê kirin ketin kemîne gerîla. Çavkaniyên Tirk gotin, di şer de 2 leşker mirine.

Hat ragihandin ku di vî şerî de birîndar jî hene, lê li ser hejmara leşkerên birîndar agahiyek zelal nehat dayin.

Liv û tevgera hewayî ya li herêmê dewam dike. Tê gotin, helîkopter li herêmê direşînin.

Rayedarên Tirk her wiha ragihandin ku leşkerek jî li baregeha Gedîktepeyê ji ber qezayê miriye.

Çend roj berê jî hatibû îdîakirin ku leşkerek 'ji kendêl wer bûye û miriye'. Lê belê piştre dîmen hatibû weşandin û di dîmen de dihate dîtin ku leşker ji aliyê gerîla ve hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê hê li ser mijarê daxuyanî nedaye.