Li Şemzînanê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

3 jê zarok, 5 kesên ku dixwestin ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin li aliyê Şemzînanê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.

Li bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrg, jinek û 3 zarok  jî dinav de 5 kesên ku dixwestin ji axa Herêma Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku her 5 kesan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane.

Gundiyan li nêzîkî gundê Mavan yê girêdayî bajarokê Rûbarokê ku 70 kîlometere ji navçeyê dûr e, li aliyê din yê sînor cenaze dîtin.

Cenazeyê 5 kesên ku tê payîn ji malbatekê ne ji aliyê berpisyarên Başûrê Kurdistanê ve ji sînor hate girtin.