Li Şêladizê plana MÎT û PDK’ê

Îro li bajarokê Şêladizê MÎT a Tirk û Partî Demokrata Kurdistanê (PDK) hinek  welatî kom kirin û daxwaz ji wan kirin ku li dijî PKK’ê propagandayê bikin.

Vê sibê MÎT a Tirk û PDK’ê li Salona Dîlan a bajarokê Şêladizê civînek li dar xist. Kesên ku beşdarî civînê bûn agahî dan ANF’ê û gotin; “Hêzên PDK’ê bi zorê gelê navçeyê li salona Dîlan kom kir û daxwaz ji wan kir ku li dijî PKK’ê propagandayê bikin.”

Kesê beşdarî civînê bûyî û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike wiha got; “Destpêkê PDK’ê êrîşî gel kir û kêm kes tevlî civînê bûn. Di civînê de daxwaz hate kirin ku gel li dijî PKK’ê baxive û propagandayê bike. Mixtarên navçeyan û hêzên asayîşa zêrevanî beşdarî civînê bûn. Di civînê de Omer Oner li dijî PKK’ê axivî û got ‘Tu ferq û cûdahî di navbera PKK û DAÎŞ’ê de nîne’.”

Çavkaniyê wiha domand; “Omer Oner ji gel re got ew ê demê pêş li dijî PKK’ê çalakiyan lidarbixin û daxwaz ji gel kir ku beşdarî çalakiyan bibin. Di civînê de welatî li dijî gotinên berdevkê PDK’ê û MÎT’a Tirk Omer Oner derketin û nehiştin kesek baxive. Di civînê de tenê Oner axivî û bi gotinan êrîş bire ser eşîra Rêkanî.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi vê civînê re jî plana PDK'ê û MÎT a Tirk a li dijî Tevgera Azadiya Kurd eşkere dibe.