Lîstikên qirêj ên PDK û MÎT’a Tirkan

Piştî ku gelê Şeladizê serî hildabûn û baregeha Tirkan şewitandibûn, PDK ji bo ku xwe li ber dilê AKP’ê şîrîn bike tevî MÎT’a Tirkan li herêmê li hemberî PKK’ê hewl dide meşekê li dar bixe.

Hefteyek borî gelê Şêladizê li hemberî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker serî hildabû û wesayîtên leşkerî jî de gelek alavên leşkerî şewitandibû. Piştî vê serhildanê PDK ji bo dilê dewleta Tirk xweş bike, li ser navê gel lêborîna xwe ji dewleta Tirk xwest. Hin rayedarên PDK’ê ji bo ku xwe li ber dilê Tirkan xweş bikin, hin daxuyaniyên sosret dan. Piştî van daxuyaniyan  dora bajar û navçeyên Şêladizê û Amêdiyê hatin girtin. Ji bo girtina çalakgeran operasyonek hatibû destpêkirin û heta niha 130 kes hatine destgîrkirin.

Piştî ku endamên YNK û Goranê hatin girtin, ev partiyan têkilî bi PDK’ê re danîn û endamên wan  hatin berdan. PDK’ê endamên Tevgera Azadî berneda û gef li eşîran xwar. PDK’ê bi darê zorê xwest ev kesên ku hatine destgîrkirin li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan bide axaftin û ev tişt li ser medyaya civakî belav kir û wekî AKP’ê xwest meseleyê berevajî bike.

PDK TEVÎ MÎT’Ê MEŞEKÊ ORGANÎZE DIKE

PDK û MÎT’a Tirkan li herêmê hewl didin li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan lîstikeke qirêj pêk bîne. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, PDK û MÎT’ê li herêmê bi sedan kes destgîr kir û bi darê zorê xwest wan bide axaftin. Piştî ku vê tevgera wan bi ser neket, niha jî gefan li eşîrên li Şêladizê, Amediyê û Dêrelokê dixwe. Tê diyarkirin ku eşîrên ku gef li wan hatiye xwarin, zext li ser wan tê kirin ku tevlî meşa li dijî gerîlayên Kurdistanê bibin û yên ku tevlî vê meşê nebin ew ê bi darê zorê ji malên xwe werin girtin.

EŞÎRA RÊKANÎ GEF LI WAN TÊ XWARIN

Tê diyarkirin ku PDK û MÎT ji bo meşa li dijî gerîlayên PKK’ê herî zêde gefan li eşîra Rêkanî dixwe. 4 endamên eşîra Rêkanî di êrîşa dewleta dagirker a di 23’ê Çileyê  de ya li herêma Reşwa a Dêrelokê hatibû qetilkirin. Piştre gelê Şêladizê li dijî baregeha dewleta Tirk serî hildabû.

Sedemên dîrokî hene ku PDK û MÎT gefan li eşîra Rêkanî dixwin. Di navbera eşîra Rêkanî û malbata Barzaniyan de ji salên 1960’î de nakokî hene. Di sala 1961’ê de Mistefa Barzanî hemberî Abdulkerîm Kasim pişta Abdulselam Arif digire. Piştî vê nakokiyê PDK gundên Rêkaniyan dike hedef.

Ji Dêrelok, Bamernê û Şêladizê heta Ûrmiye û Şemzînanê 300 gundên eşîra Rêkanî ji aliyê PDK’ê ve tên valakirin. Beşeke eşîrê çûn Bexda, Mûsûl û Basrayê, beşeke eşîrê jî çûn Rojhilat û Bakur. Şerê di navbera PDK û eşîra Rêkaniyê heta salên 2003’an domiya. Di sala 2003’an de piştî ku DYE mudaxeleyî Iraqê kir, Mesût Barzanî li Hewlêrê mal da kesên ku mûxalifên wî ne. Yek ji van jî pismamê mî Ethem Barzanî ye û yê din jî serokê eşîra Rêkanî Mihemed Axayê Kelhê ye.

Herçiqas tê xuyakirin malbata Barzanî û eşîra Rêkaniyan li hev hatibin jî, piştî serhildana Şêladizê PDK vê eşîrê dike hedef û ev jî dide xuyakirin ku nakokî hê neqediyane.