Li Şaxê lehî: Zevî di bin avê de man
Li Wanê ji ber baranê lehî rabû û zevî di bin avê de man.
Li Wanê ji ber baranê lehî rabû û zevî di bin avê de man.
Li Wanê ji ber barana baranê lehî rabû. Du roj berê ji ber lehiyê li Erdîşê 70 heywan mirar bûbûn. Lehiyê îro jî li Şaxê da. Li gundê Sotkîn ê Şaxê ji ber lehiyê zevî û axur di bin avê de man.
Li gundê Sotkînê gelek zevî di bin avê de ma û ji ber lehiyê rêya Şax û Berwarî hate girtin, bi dehan wesayît di rê de man. Piştre rê hate vekirin lê ji ber lehiyê xisareke zêde ya maddî çêbû.
Di lehiyê de tiştek bi kesî nehat.