Li Şaredariya Tetwanê ya AKP’ê gendelî bi belgeyê hate çespandin!

Ji hêla mifetîşan ve hate çespandin ku li Şaredariya Tetwanê ya AKP’ê îhale bi bertîlan dane.

AKP’ê ya ku di her fersend û delîveyê de şaredariyên DBP’ê bi gendeliyê tawanbar dike lê ji bo van îdeayên xwe nikare yek belgeyê derxîne holê, bi belgeyê diyar bû ku Şaredariya AKP’ê ya Tetwanê gendelî kiriye. Derkete holê ku ji hêla Şaredariya Tetwanê ve, 2015’an Projeya Pêkanîna Peyzajê ya Parka Peravê ya Tetwanê, beriya ku were teslîmkirin dane îhaleyê, li dijî xala 21/b ya qanûnan KÎK’ê ya bi hijmara 4734’an dane ber îhaleyê û ji 5 endamên komîsyona îhaleyê 3’yan jê dengê neyênî li gel hincetan dane jî bi rengekî fermî diyar bû ku biryara îhaleyê hatiye pejirandin.

Li ser îhaleya ku di navbera Şaredariya Tetwanê ya AKP’ê de û Bazirganiya Vadî Botanîk Înşeat Peyzaf GITTAH’ê de hatî kirin û 6.748.90.00 TL lê çû, lêpirsîn hate vekirin.

Şaredar Fettah Aksoy û peywirdarên dî ji ber sedema ku deynên fîrmaya ku îhale standine bloke kirine, projeyên pêkanîna di dema xwe de nehatina kirin û bêyî ku projeyên pêkanînê hebin îhade dane, têne tawanbarkirin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirk Suleyman Soylu jî neçar ma ku destûrê bide lêpirsînê.