Li Îranê destgîrkirina welatiyên Rojhilatê Kurdistanê didome

Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê du welatî ji aliyê îstixbareta rejîma Îranê ve hatin destgîrkirin û veguhestine cihekî nediyar. Sê welatiyên din ên li parêzgeha Ûrmiye hatibûn girtin heta niha jî di girtîgeha Îtîlaatê de têne girtin.

Li gor Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê (KHRN), roja 1’ê Kanûnê, 2 hemwelatiyên bi navê Peyman Mihemedî ji gundê Elek ya bajarê Kamyaran û Şêrko Cemşîdî ji gundê Serhoye yê herêma Javrûd ya parêzgeha Sine ji aliyê îstixbarata Îranê hatine destgîrkirin û veguhestine cihekî ne diyar.

Her wiha 2 birayên ji Pîranşar bi navê Seyêd Mislih Tahirî û Seyêd Liqman Tahirî ku meha derbasbûyî ji aliyê îstixbarata Sepahê hatibûn girtin, hêta nha li Girtîgeha Ûrmiyê de têne lêpirsîn kirin.

Li gor raporekî din ji Şino, hemwelatiyekî din bi navê Selam Merdan (27 sal) ji gunê Sûce ya Şinoyê ku di meha Cotmehê de ji aliyên hêzên rejîmê hatibû destgîrkirin hatiye veguhestin bo girtîgeha îdareya Îtilia’atê li bajarê Ûrmiyê. Malbata welatiyê navborî beriya çend rojan karîbûn tenê ji bo çend xulekan serdana kurê xwe bikin.

Hêjayê gotinê ye ku pêvajoyekî berfireh ya vexwendin û destgîrkirina hemwelatiyên Kurd ji Payîza îsal ve destpêkiriye û niha jî didome. Li gor lêkolînên KHRN, a niha zêdeyî 15 hemwelatiyên Kurd li zîndanên Îtilia’at û Sepahê de li bajarên Sine û Ûrmiyê têne lêpirsîn kirin.