'Li Îmraliyê rewş timî awarte ye'

Parêzer Newroz Uysal: Hewl didin nîşan bidin ku qedexe û pêkanînên tecrîdê ya li Îmraliyê biryareke ku piştî ragihandina Rewşa Awarte hatiye girtin. Lê belê rewş li Îmraliyê timî awarte bû.

Ji parêzerên buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Uysal, tecrîda giran a li se Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

Uysal işaret bi pênaseya tecrîdê li qada neteweyî û navneteweyî kir û got, "Tecrîd hewldana ji bo tenêhiştin û teslîmgirtina îradeya mirov e. Rêbazeke êşkenceyê ye."

Uysal diyar kir, ji komploya sala 1999'an û vir ve tecrîd li dijî Ocalan weke sîstemek êşkenceyê tê bikaranîn û destnîşan kir ku rewşa heyî ji tecrîdê jî wêdetir e.

Parêzer Uysal anî ziman, mirovê tecrîdkirî jî nabe ku têkiliya xwe ya bi cîhana derve re bê birîn û bi bîr xist ti rêyeke têkilîdanînê ya bi Îmraliyê re nîne. Uysal da xuyakirin ku Ocalan nikare nameyên jê re tên şandin bigire û ew nizanin bê dikare bi sê girtiyên li gel xwe bibîne yan na.

JI TECRÎDA GIRANKIRÎ JÎ GIRANTIR E

Newroz Uysal anî ziman, beriya ragihandina Rewşa Awarte ya 20'ê Tîrmeha 2016'an jî pirsgirêkên tecrîdê hebûn û ragihan, piştî hevdîtina dawî ya birayê wî Mehmet Ocalan wan heta niha ti agahî jê negirtine.

Uysal destnîşan kir ku ev yek ji tecrîda girankirî jî girantir e û got, "Ji bo pêşî li vê yekê bigirin em li qada neteweyî û navneteweyî serlêdanan dikin. Niha atmosfereke ku em jê re şerê sêyemîn ê cîhanê dibêjin heye. Ji ber ku bi rol û bandora Birêz Ocalan dizanin, ji aliyê hiqûqî ve li dij derdikevin. Hem li aliyê Tirkiyeyê hem jî li qada navneteweyî yên ji bandora Birêz Ocalan ditirsin, tecrîdê ji nedîtî ve tên."

ÎMRALI LI GORÎ SÎSTEMEKE TAYBET A TECRÎDÊ HATIYE AMADEKIRIN

Di dewama axaftina xwe de parêzer Uysal ragihand, Îmrali li gorî sîstemeke taybet a tecrîdê hatiye dîzaynkirin û bi bîr xist ku pêşîgirtina li hevdîtina bi muwekîlê xwe re, di dîrokê de yekemcar tê dîtin. Uysal got, "Ji aliyê teknîkî ve ti astengî li pêşiya vê nîne. Yan ti pêwendiya vê biryarê bi Rewşa Awarte re nîne. Ji xwe ji roja Birêz Ocalan anîn Girava Îmraliyê û vir ve li giravê rewş awarte ye. Beriya Rewşa Awarte bê ragihandin jî hemû mafên Birêz Ocalan hatibûn qedexekirin."

Parêzer Uysal da xuyakirin ku ji sala 2011'an û vir ve wan zêdeyî hezar carî serlêdana hevdîtinê kirine, lê belê bi carekê jî bersiveke erênî ji serlêdanên wan re nehatiye dayin.