Li Îdirê xespkirina şaredariyan hate protestokirin

Li Îdirê bi meşekê dagirkirina şaredariyan hate protestokirin. Parlemeterê HDP’ê Mehmet Togrûl ê diyar kir ku qeyûm talanker û dizin got: “Em ê li dijî zordariya we li ber xwe bidin.”

Dagirkerina 5 şaredariyanê HDP’ê ya ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve li Îdirê bi daxuyaniyekê hate protestokirin. Girseya ku li pêşiya avahiya HDP’ê hatin ba hev Parlemenerên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Mehet Togrûl, Şevîn Coşkûn, Mûazzez Orhan Işik, Tayyîp Temel û Habîb Eksîk jî di nav de gelek kes ji pêşiya şaredariyê dest bi meşê kirin.

Lı ser rêya Cûmhûryetê polîsan pêşiya girseyê girt û meş asteng kirin. Li vir Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl axivî û diyar kir ku li Îdirê hemû partî li dijî HDP’ê derketin û got: “Gelê me şaredarî da me. Niha yên 31’ê Adarê li dijî me bûn yek, li dijî şaredariya gel derbe kirin û dest danî ser.

Togrûl bal kişand ku dema qeyûm ji bo şaredariyan hatin danîn, bê ka çawa bi tonan şîrînahî xwarin, dîsa hemam avakirin û bi pereyê gel xwarin.

Togrûl bi domdarî got: “Ev desthilat çi dike bila bike, heta ku gel li gel vîna xwe cih bigire, tevî hemû zordariyan em ê li ber xwe bidin.”

Çalakî bi dirûşma ‘Qeyûm darbe ye’ bi dawî bû.