Li Îdirê rageşiya AKP'ê

Li gundê Gulpinar û Ergacî yê bi ser Îdirê di Hilbijartinên Meclîsa Giştî ya Bajêr de, rayedarên AKP'ê rageşî derxistin û xwestin dengê vekirî bi kar bînin.

Li Îdirê Hilbijartina Meclîsa Giştî ya Bajêr di saet 07:00’an de dest pê kir û li gundên Ergacî û Gulpinar yê bi ser bajêr, rayedarên AKP'ê û keyayên gund xwestin ku dengê vekirî bi kar bînin, li ser vê yekê li gund rageşî derket.

 

Her wiha li navçeya Tûzlûca û gundên derdorê di bin dorpêça leşkeran de ye. Dîsan leşker û polîs destûr nadin ku xebatkar û endamên HDP'ê têkevin hundir.

 

Dengdan wê heta danê êvarî saet 16:00’an bidome.