Li Îdirê gelek kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk serê sibehê vê carê li Îdirê avêtin ser malan û gelek kes destgîr kirin.

Piştî ku li Mêrdînê roja Sêşemê derdora 30 kes hatin destgîrkirin, vê carê jî li Îdirê avêtin ser malan.

Li navenda bajarê Îdirê û navçeya Başanê avêtin ser gelek malan û gelek kes hatin destgîrkirin.

Ji kesên hatin destgîrkirin navê yên hatine hînbûn wiha ne: Yaşar Torzlûk, Halîl Sanan, Mehmet Kaya û Yaşar Îmdat.

6'ê Tîrmehê roja Sêşemê li Mêrdînê dayikên aştiyê jî di nav de herî kêm 29 kes hatibûn destgîrkirin.

3'ê Tîrmehê li Stenbolê herî kêm 23 kes hatibûn destgîrkirin.