Li Îdirê dengdanê dest pê kir
Li Îdirê dengdana Hilbijartinên Meclîsa Giştî ya Bajêr dest pê kir.
Li Îdirê dengdana Hilbijartinên Meclîsa Giştî ya Bajêr dest pê kir.
Li Îdirê Hilbijêrtina Meclîsa Giştî ya Bajêr di saet 7:00’an de dest pê kir û wê dengdan heta danê êvarî saet 16:00’an bidome.
LI BAJÊR ÇI QEWIMÎ BÛ
Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr Abdulkadîr Ozsûlar ê ku ji ber tevlî Konê Mertalên Zindî bûbû hatibû binçavkirin û piştî salekê hate berdan, ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve ji wezîfeyê hatibû girtin. Ozsûlar roja 26'ê Nîsana 2016'an careke din bû namzet ji Serokatiya Meclîsa Giştî ya Bajêr re û bi piraniya dengan hate hilbijartin. Walîtiya Tirk a ku nekarî xwe li vê encamê rabigire, ji bo betalkirina meclîsê serî li Wezareta Karên Hundir da. Piştre Daîreya 8. a Dadgeha Şêwirmendiyê, biryara ku diviyabû di mehekê de bigirta, piştî bi 2 mehan da û meclîs fesh kir. Desteya Hilbijartinê ya Bilind, biryar da ku di 4'ê Hezîranê de Meclîsa Giştî ya Bajêr nû bibe.