Li Êlihê terora dewletê

Rejîma Tirk li Êlihê bi hinceta ‘potestokirina Kobanê’ 14 kes destgîrkirin.

Li navçeya Hezo ya Êlihê polîsan saetên sibê avêtin ser gelek malan.

Bi hinceta protestokirinên 6-7’ê Cotmeha 2014’an Kemal Arzik, Nazim Boral, Ahmet Tûfan û Kûdrettîn Atak hatibûn destgîrkirin.

Roja Yekşemê bi heman hincetê 10 kes din jî hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku derbarê 4 keskî jî biryara lêgerînê heye.

Li bendêye ku kesên hatine destgîrkirin sibe derbixin pêşberî Edliyeya Hezoyê.