Li Êlihê serdegirtina malan: 2 kes hatin destgîrkirin
Li Êlihê di serdegirtina malan de ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hate kirin 2 kes hatin destgîrkirin.
Li Êlihê di serdegirtina malan de ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hate kirin 2 kes hatin destgîrkirin.
Polîsan di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de, serê sibehê bi ser hin malan de girtin. Polîsan di serdegirtinên malan de lêgerîn kirin û alavên malbatan belav kirin. Piştî lêgerînê rêvebera berê ya MEBYA-DER’ê Taybet Çetînkaya û endama Meclîsa Giştî ya Êlihê Semra Guneş destgîr kirin.
Çetînkaya û Guneş ên hinceta destgîrkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.