Li Êlihê ji ber qezaya trafîkê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Êlihê, di encama qezaya trafîkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li bajarê Êlihê, di encama qezaya trafîkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Qeza nîvê şevê li qada Kantarê rû da. Qemyona ku ji kontrolê derket, wergeriya û agir pê ket.
Ji heman malbatê Alî Ozgur, Sedat Ozgur, Gokhan Ozgur û Mehmet Ozgur ên li pişt qemyonê bûn, jiyana xwe ji dest dan.
Veysî Ozgur û Orhan Ozgur jî bi giranî birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.
Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.