Li Êlihê gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’ê da

Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Nîzamettîn Togûç ragihand ku zêdetirî 50 kesan ji bo namzetiyê serlêdan kirine.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê têkildarî bernamzetên ji bo parlamenteriya hilbijartina 24'e Hezîranê serî li wan daye bi civînekê eşkere kir. Di civînê de hevserokê HDP'ê, rêveberên HDP’ê, rêveberên DBP û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn.

 Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Nîzamettîn Togûç, diyar kir ku nêzî 50 kesan ji bo namzetiyê serî li wan daye. Togûç got “Kesên namzet û yên nebin namzet wê hemû ji bo serkeftina partiya HDP'ê bixebitin. Me çawa li vir DYP, DP, Anavatan kir partiya tabela, em ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de 5 wekîlan derxin û AKP'ê jî bikin partiya tabelayê.”

Togûç got piştî diyarkirina namzetan divê hemû kes bi rûhê seferberiyê kar bike û wiha domand; “Dema ku em dengê xwe bidin divê em Efrînê, Cizîr, Sûr û Nisêbînê ji bîr nekin. Ji ber vê ji erkê me hemûyan e em kar bikin û di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de HDP’ê bi ser bixin.”

Piştî axaftinan bernamzetan wêneyekî giştî girtin û civîn bi awayekî ku ji çapemeniyê re girtî, domiya.