Li Êlihê êrîşî malbatên Êzidî hate kirin

Malbatên Êzidî yên ku li Êlihê erdên xwe bi dest xistin, êrîşî wan hate kirin.

Malbatên Êzidî yên li gundê Kelhoka Bişêriya Êlihê di salên 1990’î de ji ber zext û şer, erdên xwe dabûn rûspiyên malbatên Karabûlût û Bîter. Êzidiyan di noterê de erdê xwe emanetî van kesan kiribûn û neçar mabûn ku koçî Ewropayê bikin. Malbatên Êzidî piştî 20 salan vegeriyan û dîtin ku erdên wan hatine desteserkirin.

Malbat ji bo ku dîsa erdên xwe bi dest bixin doz vekiribûn. Piştî têkoşîna hiqûqî ya 8 salan malbatan erdên xwe bi dest xistin.

Lê malbatên Bîter û Karabûlût gelek caran êrîşî malbatên Êzidî kirin. Malbatên Êzidî îro jî dema ji otelê derketin 6 kesan êrîşî wan kirin.

Li gorî agahiyan komekê bi daran êrîşî malbatan kirine. Di vê êrîşê de Nedîm Erkîş ê ku li Kelhokê erdê wî heye û Cevdet Tûkû yê ku ji bo şînê hatibû bajêr, birîndar bûne.

Piştî êrîşê 6 êrîşkar hatin destgîrkirin. Hate hînbûn ku tendirustiya Erkîş û Tûkû baş e.