Li Êlihê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiyan

Li Êlihê agirê destpêkê yê Newrozê hate dadan. Bi hezaran kesî dirûşma 'Bijî Serok Apo' qîriyan. Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku wê Newroza 2024'an ji bo azadiya Abdullah Ocalan pîroz bikin.

NEWROZA 2024

Li Êlihê bi beşdariya Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir agirê Newrozê hate dadan.

Bi hezaran kes li taxa Korikê ya bajêr li hev kom bûn û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, Jiyan, Azadî", "Ciwan fedaiyên Apo ne", "Qeyûm wê biçin, gel wê bê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "PKK gel e gel li vir e" meşiyan.

Li qada taxê jî li ber dirûşma "Bijî Serok Apo" agirê destpêkê yê Newrozê hate dadan. Girseya gel li dora êgir govend gerand û bi çepik, tilîlî û dirûşman xwe ji ser agir çeng kir.

'NEWROZA AZADÎ JI ABDULLAH OCALAN RE'

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir li qada Newrozê axivî û got, "Em ê 15'ê Adarê li navçeya Depê agirê Newrozê dadin. Em ê agirê Newroza 2024'an li warê Mazlûm Dogan pîroz bikin. Em ê Newroza 2024'an ji bo azadiya Birêz Ocalan û azadiya gelê Kurd pîroz bikin. Em dibêjin ji Newrozê heta 31'ê Adarê dema hilbijartinê rabin ser piyan, roj roja Kurdan e, roja azadiya Kurdan e, roja serketina Kurdan e. Newroz li gelê Kurd pîroz be."