Li Êlihê 5 kes din jî hatin girtin

Ji kesên li Êlihê hatibûn destgîrkirin 5 kes din jî hatin girtin. Demê destgîrkirina 13 kesî jî dirêj kirin.

Li Êlihê polîsan di 27'ê Mijdarê de bi ser gelek malan de girtibûn û di navde endam û rêveberên KCD, ÎHD, HDP, Meclisa Dayikên Aştiyê, TJA jî heye 30 kes destgîrkiribûn. Ji 30 kesên hatibûn destgîrkirin 7 kes jê duh hatin girtin û 3 kes bi şertê kontola edlî hatibûn berdan. Îro jî 7 kesên din piştî destgîrkirina 8 rojan sewqî edliyê kirin û derbarê 13 kesan jî biryar dan ku 4 rojên din jî destgîrkirî bimînin.

Ji 7 kesên ku îro sewqî edliyê kirin 2 kes jê hatin berdan û 5 kes hatin girtin. Mustafa Erol û Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Nuran Seçkin bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Fatma Kapaligoz, Seyithan Tatar, Veysi Aslan, Sadrettin Yilmaz, Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Navendî Mehmet Salih Turmuş jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin û şandin girtîgehê.