Li Êlihê 4 kes hatin destgîrkirin
Li Êlihê bi hinceta ku tevlî protestoyên 6-7’ê Cotmehê ya di sala 2014’an de bûne, 4 kes hatin destgîrkirin.
Li Êlihê bi hinceta ku tevlî protestoyên 6-7’ê Cotmehê ya di sala 2014’an de bûne, 4 kes hatin destgîrkirin.
Vê sibehê polîsan li Hezoya Êlihê girtin ser hin malan.
Di serdegirtinan de Kemal Arzik, Nazmî Boral, Ahmet Tûfan û Kûdbettîn Atak hatin destgîrkirin. Hate hînbûn ku bi hinceta ev kes tevlî protestoyên di 6,7 Cotmeha 2014’an bûne, hatine destgîrkirin.