Li Êlihê 23 kes hatin destgîrkirin

Li Êlihê piştî êrîşa polîsan a li ser daxuyaniya bi daxwaza yekîtiya netewî ya Kurd hate kirin û şûnde, 23 kes hatin destgîrkirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên di mijara yekîtiya netewî ya Kurd xebat dayîn destpêkirin, ev xebat li Êlihê bi meşeke girseyî temam kir. Di dema êrîşê de polîsan 23 kes destgîrkirin.

Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne:

Taybet Tatli, Seyhan Erenser, Abdî Onur Çakir, Berfîn Can, Halîde Keser, Bermal Can, Leyla Bayram, Veysel Sartak, Aycan Dayanan, Mehemt Acar, Şiyar Koç, Emîne Kaya, Sûzan Aşkin, Besna Trukmen, Gulistan Yilmaz, Kezban Kûday, Ferhat Kalkan, Diyar Acar, Zekeriya Aşkin, Dlîl Urek, Sezgîn Yavûz, Nûran Acar û kesekî navê wî nehate zanîn.

Hate ragihandin kesên hatine destgîrkirin li Midûryeta Emniyetê ya Êlihê tên ragirtin.