Li Êlih û Sêrtê qedexeya çalakiyan a ji bo 15 rojan

Rejîma AKP-MHP'ê ji bo 15 rojan çalakî û aktîvîteyên li Sêrt û Êlihê qedexe kir. Hema bêjin li her bajarekî Kurdistanê pêkanîn û qedexeyên bi heman rengî bi salan e bi rêk û pêk dema wan tê dirêjkirin.

Walîtiyên Sêrt û Êlihê ragihandin ku li her du bajaran ji bo 15 rojan çalakî û aktîvîte hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya walîtiyan mîtîng, civînên li qadên girtî û vekirî, meşên girseyî, xwepêşandan, daxuyaniya çapemeniyê, vedana konan, danîna standan, çalakiya rûniştinê, kampanya îmzeyan, merasîma bîranînê û hwd. wê du hefteyan qedexe bin.

Roja 21'ê Îlonê li Wanê jî çalakî û aktîvîte ji bo 16 rojan hatibûn qedexekirin. Di 14'ê Îlonê de li Dersimê ji bo 15 rojan biryareke bi heman rengî hatibû dayin.

Hema bêjin li her bajarekî Kurdan bi salane biryarên qedexekirinê bi rêk û pêk tên girtin. Ev qedexe tenê ji bo karên AKP'ê derbas nabin.