Li Çewlikê zêdeyî 100 zarok bi jehrê ketin

Li Çewlikê nêzî 100 zarok ji ber cîwayê li dibistanekê bi jehrê ketin. Yên ku rewşa wan a tenduristiyê giran e birin Xarpêtê. HDP'ê serdana zarokên li nexweşxaneyê û malbatên wan kir.

Hevserokê HDP'ê yê Çewlikê Veysî Kaya diyar kir, Wezareta tenduristiyê û Yekîtiya Tabîbên Tirk divê rewşa tenduristiyê ya zarokên li Çewlikê bi jehra cîwa ketine ji nêz ve bişopînin û xwest, ku mijar bi her rengî bê lêkolîn û mexdûriyet bê çareserkirin.

Li bajarokê Sancakê yê Çewlikê, xwendekarên dibistanên seretayî û navîn ên li Sancakê di 20'ê Îlonê de ji ber êşa li serî, zik, verişandin, sorbûna beden, weşandina çerm û şewitîn û xura li çav, sergêşahiyê çûn nexweşxaneyê. Li gorî gotinên, cîwa li dibistanê dîtin piştî ku pê lîstin nexweşiyên bi vî rengî li wan peyda bûn. Heyetek ji Hevserokê HDP'ê yê Çewlikê Veysî Kaya, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Îmdat Morsumbul û endamên meclîsa şaredariyê serdana zarokên li nexweşxaneyê û malbatên wan kir.

Malbatê ku zarokên wan ji ber cîwayê bi jehrê ketin anîn ziman ku li holê xemsariyeke mezin heye, lê belê niha rewşa tenduristiyê ya zarokên wan wan eleqedar dikin.

Hevserokê HDP'ê yê Çewlikê Veysel Kaya piştî serdanê li pêşiya nexweşxaneyê axivî û diyar kir ku wan li fikar û daxwazên malbatan guhdarî kirine û bûyera jehrbûnê metirsîdar e. Kaya diyar kir, zarokên ku rewşa wan giran e birine Xarpêtê û bi giştî nêzî 100 xwendekar bi jehrê ketine. Kaya anî ziman ku di nava du rojên dawî de hin zarokên din jî bi heman fikarê birine nexweşxaneyê.

Kaya ji Wezareta Tenduristiyê û Yekîtiya Tabîbên Tirk xwest ku rewşa tenduristiyê ya zarokan ji nêz ve bişopînin, bûyerê lêkolîn bikin û mexdûriyetê çareser bikin.