Li Çewlîgê şer qewimî: Gelek leşker mirin û birîndar bûn
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, di navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla de şer derket. Tê gotin ku gelek leşkerên Tirk di şer de mirine û birîndar bûne.
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, di navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla de şer derket. Tê gotin ku gelek leşkerên Tirk di şer de mirine û birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, piştî şerê li bejahiya Kanîreşê gelek ambûlansan berê xwe dan herêma şer.
Çavkaniyên Tirk ragihandin ku di şer de leşkerek miriye, 2 leşker jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê hîn daxuyaniyeke fermî nedaye.