Li Çelê navendên asîmîlasyonê

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê ku cihekî biçûk e, hejmara qursên Quranê zêde dibin.

Li Çelê sala 2020'î qurseke Quranê, sala 2021'ê 2 qursên Quranê hatin vekirin. Her wiha hîmê qurseke nû jî tê danîn.

Nifûsa navçeya Çelê ya Colemêrgê hinekî zêdeyî 15 hezar kesî ye, ku 7 hezar ji wan li gundan e. Li vê navçeya ku bazirganî û hilberîn nîne, piraniya mirovan bêkar in û xizan in. Tevî ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê destûr ji bazirganiya li ser sînor nayê dayin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku navçe kiriye mîna biryargeha şer, polîtîkayên asîmîlasyonê zêde kir. Bi rêya Diyanetê û hin sermayedaran hejmara qursên Quranê zêde kir. Li navçeyê hîmê qurseke nû ya Quranê tê danîn û hinek ji wan jî hatin vekirin.

Li taxa Emîn Şaban a Çelê, di merasîma hîmdanînê ya qursa Quranê de şêniyên navçeyê ne amade bûn. Tenê leşker, polîs û wezîfedarên dewletê tevlî bûn. Balkêş e ku qursên Quranê bi giranî ji aliyê Diyanetê û kesên ne ji Colemêrgê ve têne avakirin. Qursa ku hefteya derbasbûyî hîmê wê hate danîn ji aliyê endamê MUSÎDAD'ê Omer Ûtlû yê ji Mereşê ve hate çêkirin.