Li 3 gundên Xîzanê qedexeya derketinê

Li 3 gund û gundikên Xîzanê 2 rojan qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Li 3 gund û gundikên navçeya Xîzanê ya Bedlîsê di navbera 14 û 16’ê Tîrmehê de qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve hat dayîn de, hat diyar kirin "Li nava navçeyê; di çarçoveya operasyona leşkerî ya ku li gund û mezrayên Yolbilen, Çalişkanlar û Yaylacikê hatî destpêkirin de, 14’ê Tîrmeha 2022’an roja Pêncşemê saet 00.30 û 16’ê Tîrmeha 2022’an roja Şemiyê saet 20.00’an de 'qedexeya derketina derve' hat ragihandin."