Li 14 gundikên Bedlîsê derketina derve hate qedexekirin

Li 14 gundikên navçeya Xîzan a Bedlîsê, derketina derve hate qedexekirin.

Walîtiya Tirk a li Bedlîsê, di çarçoveya operasyona leşkerî de li 14 gundikan derketina derve qedexe kir.

Gundikên navçeya Xîzanê yên derketina derve li wan hatine qedexekirin, ev in: Gundikê Dîbek ê gundê Kapisûyû, gundê Arpali yê gundê Gayda, gundikê A. Klavûz ê gundê Akşarê, gundikê Y. Klavûz ê gundê Akşarê, gundê Duztepe yê gundê Akşarê, gundikê Çevrecîk ê gundê Akşarê, gundikê Karaagaç ê herêma Yedîkardeş Nonîvon, gundikê Akbaş ê gundê Horozdere, gundikê Bolga yê gundê Horozdere, gundikê Hoçînîk ê gundê Akdîkê, gundikê Pegoso yê gundê Akşarê, herêmz Piroso Nazar, gundikê Akinca yê gundê Gayda, gundikê Korîgari yê gundê Gayda.